• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îtaliya dê li ser piştgirîkirina herêma Kurdistanê berdewam be

Îtaliya dê li ser piştgirîkirina herêma Kurdistanê berdewam be
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja sêşemiyê 07.07.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Marko Karnîlos sefîrê Îtaliyayê yê li Îraqê kir û di civînekê de sefîrê Îtaliyayê kêfxweşia xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û ew pêşkeftinên li herêma Kurdistanê bidest ve hatine bilind nirxandin.

Şandeya Îtaliyayê sipasiya hêzên pêşmergeyê Kurdistanê kir û got ku pêşmerge li şûna hemû cîhanê şerê dijî terorê dike û piştgiriya welatê xwe ji bo herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de nîşan da.

Sefîrê Îtaliyayê got ku ew dê lêbixebite têkeliyên navbera Îtaliya û herêma Kurdistanê di hemû waran de û bi taybetî di warê leşkerî û însanî û êkonomî de zêdetir xurt û berfirehtir bike. wî piştevaniya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana sefîrê Îtaliyayê bo herêma Kurdistanê kir û got ku ji bo herêma Kurdistanê şanaziye li şûna hemû cîhanê şerê dijî DAÎŞê dike û behsa serkeftinên berdewamên pêşmerge li bereyên şerê dijî terorîstan kir û got ku balansa hêzê di berjewendiya pêşmerge de ye û terorîst paşde direvin.

Serokwezîrê Kurdistanê sipasiya hikûmeta Îtaliyayê kir ku Îtaliya ji wan welatan bû her ji destpêka êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê, hevkarî û alîkariya herêma Kurdistanê kir û serdaba serokwezîrê Îtaliya bo herêma Kurdistanê di wê demê de baştirîn piştevanî bû bo herêma Kurdistanê.

Serokwezîr careke din ji şandeya Îtaliyayê re jî, tekîd kir ku herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkan digel Bexdayê bi danûstandin û diyalogê çareser bike.

Top