Xeteriya Demografiyê - Ereb xwe dikin kurd
Parlamenterê Kurdisanê yê ser bi Tevgera Goranê, Bêston Fayiq ji Rûdawê re ragihand: “Wezareta Navxwe ya Iraqê derbarê veguhastina nasnameya welatiyên de biryarek daye û li gor wê biryarê, hemû welatiyên Iraqê serbest in ku nasnameya xwe ji parêzgehekê bo parêzgehekê din, tevî Herêma Kurdistanê jî, veguhêzin. Ew yek jî gef û metirsiyan li ser asayiş û demografiya Herêma Kurdistanê çê dike, çimkî gelek ereb dikari nasnameyên xwe veguhêzin ser Başûrê Kurdistanê, Kerkûkê û navçeyên kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.”
Bêston Fayiq herwiha got: “Min bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê re axivtiye û min jê re ragihandiye ku ev biryara Wezareta Navxwe ya Iraqê li Herêma Kurdistanê û li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê rawestîne û kar pê neyê kirin, ji ber ku ev biryar metirsiyê li ser paşeroj û demografiya Kurdistanê çêdie.”
Ew parlamentera kurd herwiha aşkere dike, pêş çend mehan wê serdana qezaya Xaneqînê kiriye û ji nêzîk ve dîtiye ku çawan eşîreteke naskirî ya ereb li parêzgeha Diyalayê nasnameyên xwe diguherînin û xwe dikin kurd, da ku bi hêsanî bikarin hatûçûyê di navbera bajarên Kurdistanê de bikin û tê de akincî bin û bi hêsanî mulk û mal û otomobîlan bikirrin.
Ji aliyekê din ve Wezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarê navçeyên kurdistanî yên li derveyî îdareya Başûrê Kurdistanê jî ragihandiye, ku ev biryara hikûmeta navendiya Iraqê proseyeke nû ya bi erebkirinê û guhetina demografiya Kurdistanê ye.
Wezîrê Navçeyên Kurdistanî yê li derveyî îdareya Kurdistanê, Nesredîn Sindî ji Rûdawê re ragihand: “Bexda bi rêyên cur bi cur dixwaze rêyan li pêşiya vegeryana navçeyên kurdistanî bo ser Başûrê Kurdistanê bigire û ew biryara hikûm,eta Iraqê bi proseyeke bierbkirina nû wedif kir.”
Nesredîn Sindî herwiha got: “Ewa ku niha bas lê tê kirin, bi taybet li bajarê Kerkûkê, cihê qebûlkirine nîne û pêwîst e Herêma Kurdistanê li hemberê wê biryarê helwêstê nîêşan bide û rê bi cîbicîkirin awê biryarê nede.”
Rudaw
