DIŞI 50 zarokên Ezidî şandiye şerê
Terorîstên DIŞIê 50 zarokên Ezidî şandine eniyên şer.
Parlementera Kurd a Ezidî ya li parlementoya Îraqê Xatû Viyan Dexîl diyar kir ku terorîstên DIŞIê 50 zarokên Kurd yên Ezidî biçek kirine û şandine eniyên şer.
Dexîl eşkere kir ku terorîstên DIŞIê ev 50 zarokên Ezidî yên ku di dema êrîşên ser Şengalê de refandiye piştî demekî perwerde kirinê li navendên terorîstan şandiye eniyên şer û terorîst wan zarokan di şer de bikar tînin.
Dexîl eşkere kir ku temana wan zarokan di navbera 13 heta 16 salane.
