Tehran û Hewlêrê li ser pevguhertina girtiyan li hev kirin
Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Herêma Kurdistanê Mihemed Hawdiyanî û Serkonsulê Îranê yê Hewlêrê Murteza Husênî duh li avahiya Wezareta Kar li ser pevguhertina girtiyên îranî û Başûrê Kurdistanê rêkeftinek îmze kirin.
Li gorî rêkeftinê, her girtiyek dikare vegere welatê xwe û cezayê xwe li welatê xwe bikşîne. Ti girtiyek jî bi zorê nayê şandin.
Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Mihemed Hawdiyanî piştî îmzekirina rêkeftinê, eşkere kir ku ji 159 girtiyên îranî yên li Başûr, 86 girtiyan pêşniyar kiriye vegerin welatê xwe û li wir cezayê xwe yê mayî, bikşînin.
Mihemed Hawdiyanî diyar kir ku heta niha tenê navê 6 girtiyên Başûrî yên li Îranê girtî ne, gihîştiye destê wan û got, em bang li xelkê Başûr dikin eger kesekî wan li Îranê girtî be bila me agahdar bikin ji bo ku em pê re eleqedar bibin.
Serkonsulê Îranê yê Hewlêrê Murteza Husênî jî li ser rêkeftina pevguhertina girtiyan kêfxweşiya xwe nîşan da û got, ev rêkeftin dihêle malbat bi hêsanî serdana girtiyên xwe bikin.
Husênî diyar kir ku Îranê par jî rêkeftina pevguhertina girtiyan bi hikûmeta Iraqê re îmze kiribûn û çend girtî jî pevre guhertibûn.
Rudaw
