Nêçîrvan Barzanî: Kêm kirina kotayan paşekeşî kirin ji bihevre jiyan û demokrasiyê ye
Heyeta PDKê serdana part û aliyên siyasî yên Tirkmanan kir.
Di çarçoveya civînên xwe yên li gel part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de duh heyeta partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana part û aliyên siyasî yên Tirkimanan kir.
Di civînê de heyeta partiya demokrata Kurdistanê li gel part û aliyên siyasî yên Tirkimanan behsa pirsa amade kirina destûra bingehîn ya Kurdistanê û herwiha pirsa Serokatiya Kurdistanê kir.
Her di civîna han de behsa hin hewldanan yên ku dixwazin hijmara kotayên pêkhatên olî û etnîkî di nava parlementoyê de kêm bikin hate kirin û Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku hewldan bo kêm kirina kotayan hewldan bo paşekeşî kirin ji bihevre jiyan û demokrasiyê ye.
Her di civîna han de behsa çend pirs û arîşeyên taybet bi Tirkmanan jî hate kirin û piştî bi dawî hatina civînê jî di presskonferansekî de her du alî bersifa pirsên Rojnamewanan dan û naveroka civînê jî bo raya giştî eşkere kirin.
