• Wednesday, 18 February 2026
logo

PYD: Pêwîste pêşmergeyên Rojava li gor biryarên kantonan tevbigerin

PYD: Pêwîste pêşmergeyên Rojava li gor biryarên kantonan tevbigerin
Nûnerê Kantonên Rojavayê Kurdistanê dibêje, pêşmergeyên ENKSê mafê wan heye berevaniyê di ber axa welatê xwe de bikin, lê pêwîst e li gorî rêkeftina Dihokê, ew hêz di bin siya kantonan de bin. Nûnerê ENKSê jî dibêjie, TEV DEM sedema wê yekê bû ku rêkeftina Dihokê serî negirt, niha jî eger PYDê berjewendiya kurdan dixwaze bila rê bide, em axa xwe biparêzin.


ENKSê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li xwe girt û ragihand ku pêwîst e Pêşmergeyên Rojava vegerin Rojavayê Kurdistanê û divê vegera wan bi alîkariya Serokatiya Herêma Kurdistanê û bi agahdariya welatên hermê û hevpeymaniya navdewletî be, eger ne wisa be dê aloziyeke mezin derkeve.

Fethulah Huseynî, Nûnerê Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Başûr ji di daxuyaniyekê de ji malper fermiya PDKê re ragihandiye: “Ji bo çûna Pêşmergeyên Rojava bo Rojavayê Kurdistanê pêwîst e rêkeftina Dihokê were bi cihkirin, ku yek ji xalê wê pêkanîna hêzeke leşkerî ye.”

Huseynî wiha got: “Pêwîst e ENKSê di Lêvegera Siyasî û Rêvebirina Rojava de beşdar be û wê demê ligel TEV DEMê hêza leşkerî pêk bînin, lê ENKSê ne amade ye wê rêkeftinê cihbicih bîne.”

Nûnerê Kantonên Rojavayê Kurdistanê dibêje, Pêşmergeyên ENKSê mafê wan heye berevaniyê di ber axa welatê xwe de bikin, lê pêwîst e li gorî rêkeftina Dihokê yan di bin siya kantonan de bin ji ber ku nabe 2 hêz li Rojava hebin.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê, Cedan Elî jî ragihand: “Rast e çûna Hêzên Pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê gerek bi rêkeftin be, lê divçê bi alîkariya Serokatiya Herêma Kurdistanê û bi agahdariya welatên herêmê bi taybetî Tirkiyeyê û welatên hevpeymaniyê jî be, ji ber ku eger ew ne razî bin dê pirsgirêkeke mezin derkeve.”

Nûnerê ENKSê jî dibêjie, TEV DEM sedema wê yekê bû ku rêkeftina Dihokê serî negirt, niha jî eger PYDê berjewendiya kurdan dixwaze bila rê bide em axa xwe biparêzin.


Top