• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Meseleya serokatiyê tenê meseleya PDKê nîne

Nêçîrvan Barzanî: Meseleya serokatiyê tenê meseleya PDKê nîne
Şanda PDKê bi rayedarên Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) re li ser serokatiya Barzanî û çawaniya hilbijartina serok civiya. PDK dibêje, meseleya serokatiyê tenê xema PDKê nîne.

Îro danê sibê şanda PDKê bi serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê wê partiyê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Emîrê Komelê Elî Bapîr û rayedarên din ên Komelê re hevdîtin kir.

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr li ser naveroka civînê agahî dan rojnamevanan.

Elî Bapîr li ser çawaniya çareserkirina kirîza serokatiyê got, divê ev arîşe bi rêya lihevhatinê çareser bibe.

Nêçîrvan Barzanî jî got, me di civînê de bi awayekî pir eşkere gotûbêj kir û me li ser mijarên Destûr û serokatiyê jî nêrînên xwe anîn ziman.

Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê anî ziman ku divê arîşe bi rêya diyalog û lihevhatinê bên çareserkirin û got, ev mesele tenê meseleya PDKê nîne çimkî divê hemû aliyên siyasî li hev kom bibin û vê yekê çareser bikin…

Şanda PDKê duh jî li Silêmaniyê bi YNK, Gorran, Yekgirtûya Îslamî û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê re hevdîtin kiribû.

Rudaw
Top