YPG: Di navbera me û hêzên Tirk de şer derneketiye
Saziya Çavdêra Mafên Mirov a Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanyayê ye, îro ragihandibû, şeva borî li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê li bajarê Girê Spî şer û pevçûn di navbera şervanên YPGê û hêzên Tirk de derketiye.
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl li ser vê yekê ragihand, ti şer û pevçûnek di navbera YPG û artêşa Tirkiyê de derneketiye û nûçeyên ku li ser vê yekê hatine belavkirin jî derew in.
Rêdûr Xelîl anî ziman ku şeva borî li nêzîkî gundê Elwe li rojavayê bajarê Girê Spî, otomobîlek li ser sînorê Tirkiyê wergeriyabû her wiha komek qaçaxçî xwestibûn derbasî aliyê Tirkiyê bibin ji ber wê jî hêzên Tirk teqe li wan kiribû
Rudaw
