• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Kerkûkê zêdetir ji 100 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Kerkûkê zêdetir ji 100 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin
Di pevçûnên ji doh bi şev yên li Başûrê Kerkûkê de zêdetir ji 100 çekdarên DAIŞ'ê hatine kuştin û piraniya terman li ber destê Pêşmerge ye.

Di pevçûnên ji doh bi şev yên li Başûrê Kerkûkê de zêdetir ji 100 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û piraniya terman li ber destê Pêşmerge ye.

Çekdarên DAIŞ’ê doh bi şev ji çend aliyan ve êrîşê gundên ser rêya Reşad, gundên Newafl, Yermûk û Hûmêraya Mezin û ya Biçûk û Meryem Beg kirin. Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrîşê dan û pevçûnek dijwar rûda. Di pevçûnan de zêdetir ji 100 çekdar hatine kuştin û 4 Pêşmerge jî şehîd bûn.

Derbarê mijarê de Fermandarê Pêşmerge yê Hêzên Kerkûkê Westa Resûl ji BasNews re got: ”Nîvê şeva borî çekdarên DAIŞ’ê ji gelek aliyan ve êrîşê êrîşê gundên ser rêya Reşad, gundên Newafl, Yermûk û Hûmêraya Mezin û ya Biçûk û Meryem Beg kirin.”

Resûl da zanîn ku pevçûnan heta serê sibê 6:25’ê berdewam kiriye û di encam de hêzên Pêşmerge kariye wan gundên ku DAIŞ’ê dagir kiribû ji nû ve kontrol bike.

Wî fermandarê Pêşmerge diyar kir ku di encama şer û pevçûnan de zêdetir ji 100 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û termê piraniya wan jî di jêr destî Pêşmerge de ye.

Westa Resul her wiha got ku di şer û pevçûnan de 4 Pêşmerge şehîd bûne ku 2 ji van Pêşmergeyan fermandar in.

Basnews
Top