Li Kerkûkê zêdetir ji 100 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin
Di pevçûnên ji doh bi şev yên li Başûrê Kerkûkê de zêdetir ji 100 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û piraniya terman li ber destê Pêşmerge ye.
Çekdarên DAIŞ’ê doh bi şev ji çend aliyan ve êrîşê gundên ser rêya Reşad, gundên Newafl, Yermûk û Hûmêraya Mezin û ya Biçûk û Meryem Beg kirin. Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrîşê dan û pevçûnek dijwar rûda. Di pevçûnan de zêdetir ji 100 çekdar hatine kuştin û 4 Pêşmerge jî şehîd bûn.
Derbarê mijarê de Fermandarê Pêşmerge yê Hêzên Kerkûkê Westa Resûl ji BasNews re got: ”Nîvê şeva borî çekdarên DAIŞ’ê ji gelek aliyan ve êrîşê êrîşê gundên ser rêya Reşad, gundên Newafl, Yermûk û Hûmêraya Mezin û ya Biçûk û Meryem Beg kirin.”
Resûl da zanîn ku pevçûnan heta serê sibê 6:25’ê berdewam kiriye û di encam de hêzên Pêşmerge kariye wan gundên ku DAIŞ’ê dagir kiribû ji nû ve kontrol bike.
Wî fermandarê Pêşmerge diyar kir ku di encama şer û pevçûnan de zêdetir ji 100 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û termê piraniya wan jî di jêr destî Pêşmerge de ye.
Westa Resul her wiha got ku di şer û pevçûnan de 4 Pêşmerge şehîd bûne ku 2 ji van Pêşmergeyan fermandar in.
Basnews
