Hemwelatiyên biyanî jî dixwazin bibin Pêşmerge
Rojnameya Birîtanî The Independent di raporek xwe de behsa wan kesan kir ku hemwelatiyên Awrûpa û Amerîkayê ne ku dixwazin bibin Pêşmerge û şerê DAIŞ’ê bikin.
Rojnameya navdar a Birîtanî The Independent di raporek xwe de rewşa kesan kir ku ji welatên din tên û dixwazin bibin Pêşmerge, kir.
Di raporê de hatiye gotin ku gelek şervanên biyanî yên bi armanca şerê li dijî DAIŞ’ê berê xwe didin Iraq û Suriyê û dixwazin ligel hêzên Kurdî cîh bigrin.
Independent di rapora xwe de dibêje ku berpirsên Kurdan bi hestên têkel pêşwaziya van şervanên biyanî dikin û dibêjin ku ”pêwîstiya me ne bi şervanan bi çekan heye.”
Di raporê de hatiye ku ew kesên ku dixwazin bibin Pêşmerge piraniya wan berî li Iraq û Efganistanê serbazî kirine. Rapor dibêje li gor polîtîkaya fermî ya Kurdan nabe kesên biyanî herin eniyên şer. Ji ber vî jî kesên tên zêdetir berê xwe didin nav komên Rojava û Pêşmergeyên Xiristiyan ên Başûr.
Rojnameya navdar a Birîtanî dibêje piraniya kesên tên ji Birîtanya û DYA ne. Rojname ligor Kurdan dibêje ev şerê Kurdan şerê damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye.
Basnews
