• Wednesday, 18 February 2026
logo

PAK ji kirîza serokatiya Kurdistanê nerazî ye

PAK ji kirîza serokatiya Kurdistanê nerazî ye
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk li hember kirîza ku li Başûrê Kurdistanê li ser serokatiya Barzanî çêbûye, nerazîbûn nîşan da û got, divê Barzanî di vê qonaxa hestiyar de li ser erka xwe bimîne.

Ev demek e li Başûrê Kurdistanê partî û hêzên siyasî li ser heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û çawaniya hilbijartina Serok di nav hevdîtinê de ne. YNK, Gorran, Komel û Yekgirtûya Îslamî dibêjin, divê Serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin, PDK jî dibêje bila ji aliyê gel ve were hilbijartin. Dema serokatiya Barzanî Tebaxa îsal xilas dibe.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li ser vê yekê ji Rûdawê re got, Başûrê Kurdistanê di qonaxek pir hestiyar re derbas dibe û gavên dewletbûna wê beşa Kurdistanê tên avêtin.

Mustafa Ozçelîk behsa kirîza ku li ser heyama serokatiya Barzanî derketiye holê jî got, gengeşya ku “bila serok ji aliyê parlamentoyê ve yan jî ji aliyê gel ve were hilbijartin” piştî serdana serkeftî ya Barzanî bo Amerîkayê derket holê û wiha got:

“Ti xêra wê gengeşê tine û ne li gorî rastiya Kurdistanê ye jî, çimkî zirarên dide yekîtiya netewî. Divê birêza Mesûd Barzanî di vê qonaxa zehmet de li ser erka xwe bimîne. Dewletên cîhanê jî wek serokê dewletê li Barzanî dinêrin û pê bawer dikin.”

Wî siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê anî ziman ku Barzanî heta niha desthilata xwe bi awayekî xirab bikar nehaniye û di hemû mijarên girîng de bi aliyên siyasî re şêwiriye. Serokê Giştî yê PAKê wiha domand:

“Divê hemû hêz û aliyên Kurdistanê di vê qonaxê de bibin yek û bi diyalog û hevrazîkirinê nakokiyên xwe çareser bikin…”

Mustafa Ozçelîk her wiha got ku nav ti partiyeke siyasî rê nede dewletên biyanî ku li pêşiya meşa dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê astengiyan derxîne.

Rudaw
Top