%60ê GOT ‘NA’- Gelê Yewnanistanê serî hilda
Wezîrê Navxwe yê Yewnanistanê Nikolaos Voutsis îşev derbarê encamên refranduma ji bo çareserkirina krîza aborî ya wî welatî de daxuyanî da.
Nikolaos Voutsis ragihand, ku heya niha %22ê dengan hatine hejmartin û ji wan dengan, welatiyên Yewnanistanê bi rêjeya %60.5 ê dengê ‘Na’ bi akr anîne û cudahiyek mezin di navbera dengên ‘Na’ û ‘Erê’ de heye.
Îro serê sibehî di saet 07:00 de refranduma ji bo çareserkirina kirîza aborî ya Yewnanistanê , li wî welatî dest pê kir û heya saet 19:00ê êvarî berdewam kir.
Li gor agahiyan, di rapirsiya îro de 9 milyon û 855 hezar û 29 kesan dengê xwe bi kar anîn û ji bo rapirsiyê, li seranserî wî welatî 20 hezar sinduqên dengdanê hatibûn danîn. (Ji ajansan)
Rudaw
