Heyeta PDKê li gel tevgera Goranê civiya
Li Silimanî heyeta PDKê li gel berpirsên tervgera Goranê civiya.
Di çarçoveya civînên xwe yên li gel part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de yên bo giftûgo kirin derbarê pirsa destûra bingehîn ya Kurdistanê û hilbijartiya Serokatiya Kurdistanê, duh li beregehê serekî yê Tevgera Goran li Silêmaniyê heyeta partiya demokrata Kurdistanê û berpirsên tevgera Goranê civiyan.
Piştî bi dawî haitna civîna han her yek ji Cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşêrwan Mistefa di presskonferanseke hevbeş de behsa naveroka civîna xwe kirin û Newşêrwan Mistefa got: “Em kêfxweşbûn bi hatina şanda PDKê bo Silêmaniyê û civîn li gel berpirsên Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Goran û aliyên din jî gerek li darxe. Û wê civînên me berdewam bin heta ku em bighên heta ku em bighên çareseriyekê hevbeş ji bo pirsên Kurdistanê û hemî gelê Kurdistanê wê bê agahdarkirin.”
Nêçîrvan Barzanî jî ragihand: “Em wek PDK bîr û nerînên me hene li gel Goran me ew behskirin û em her du alî jî li gel wê yekê ne ku em rêyan bo çareserkirina pirsên Kurdistanê bibînin.
Barzanî herwiha eşkere kir ku civîna îro ya li gel Goranê baş bûye û vê civînên han dom bikin daku em bigehêjin encamekî.
