Şanda PDKê bi PSDKê re civiya
Hat zanin şanda PDKê bi şanda PSDKê bi serokatiya Heme Hacî Mehmûd re civiya.
Hat ragihandin "Piraniya endamên polîtboruya PSDKê di civînê de beşdar bûne."
Duh şanda PDKê li bajarê Silêmaniyê ligel her yek ji Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Tevgera Goranê re civiyabû.
PDKê duh jî li bajarê Hewlêrê serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kiribû û bi serkirdatiya wê re civiyabû û bi wan re derbarê arîşeya Serokatiya Herêma Kurdistanê û destûra Kurdistanê re gotûbêj kiribû.
Rudaw
