Ji bo alîkarîkirina koçber û penaberan Îmaratê kampaniyayek sertaserî dest pê kir
Li gor wê kampaniyayê bi awayekî heftane û bi berdewamî alîkariya tê kirin û herwesa alîkariya wan malbatên hejarên derveyî kampan jî tê kirin û xwarin, derman û tiştên pêwîst ji wanre tên dabîn kirin.
Mensur diyar kir ku wan digel saziya xêrwaziya Barzanî pilaneke danaye û li gor wê pilanê piştî Hewlêrê, ew dê ber bi Duhokê, Akirê û paşî jî ew dê ber bi Silêmaniyê û bajarokên derdûra wê biçin û heta niha 250 hezar kes ji wê kampniyayê sudmend bûne.
Di 27ê meha hizîranê de beşek ji wan alîkariyan gihabû 1200 malbatên koçber ku piraniya wan xelkê Tel Şeyîr, Tel Rîm û Geyare bûn. Herwesa çend malbatên kurd jî ji devera Mexmûrê nêzîkî 1000-1200 malbat ji wan alîkariyan sudmend bûn.
Raşid Mensûr ragehand ku saziya xêrwaziya Barzanî hevbeşeke stratejîya Heyva Sora Îmaratê ye.
Roja 03.07.2015ê bi hevahengî digel konsulxaneya Îmaratê li Hewlêrê û saziya xêrwaziya Barzanî, saziya Heyva Sora Îmaratê alîkarî gihandin penaberên kampa Beherke û penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampa Kewirguskê. Di wan kapman de 3000 malbat ji wan alîkariyan sudmend bûn.
