Nûnerên PDK û YNK lihev civyan
Piştî civînê Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Duwem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Behrem Salih kongreyekî rojnamevanî pêkanîn.
Di kongreyê de Behrem Salih got ”YNK li gel ti aliyan rêkeftinek pêşwext nekiriye. Kurdistan rû bi rûyê metirsiyek mezin e. Nabe destkeftên mezin ji nedîtî ve bên. Lê belê hindek pirsgirêkên me yên cîdî hene ku pêwîste bên çaresekirin. Di heman demî de pirsa qeyrana darayî û şerê DAIŞ’ê jî pirsên giring in û pêwîste hêzên siyasî yên Kurdistanê jî di çarçoveya kabîneya hikûmetê de, pêkve hemangî bin bo çareserkirina van dosyayan.”
Salih derbarê destûra nû û pirsa serokatiya herêmê jî got: ”Ev pirsgirêk ne bi kes an jî aliyekê ve girêdayî ye. Bi dahatûya welat ve girêdayî ye û divê em bi berpirsiyarî li ser rawestin. Di demekê de ye ku nêrînên cuda li ser van xalan heye. Lê pêwistiya vî welatî bi wê yekê heye ku divê hemû hêzên siyasî rêbikevin, bo berjewendiyê gel, parastin û ewlekariya Herêma Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞ’ê bibin yek.
Ji aliyê din ve Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku di civînê de behsa destûra nû û hilbijartinên serokatiya herêmê kirine, nêrînên cuda hebûne lê herdu alî jî bi biryar in ku mijar bi sazan, rêkeftin û guftugo bêne çareserkirin.
Barzanî got: ”Pirsgirêka me bi sîstema parlemeniyê ve nîne. Li ser mijara hurdekariya desiladariyan nêrînên cuda hene. Lê bi guftugo dikarin bigehin tiştek hevbeş.”
Barzanî got ku sîstema îro ya Herêma Kurdistanê ne sîstema serokatiyê ye, sîstemek têkel e. Di hemwarkirinên sala 2009’an de jî hate kirin desthilatên serokê herêmê hatine kêm kirin.
Şanda PDK’ê piştî vê hevdîtinê li gel Rêxerê Giştî yê Tevgera Goran jî civiyan.
Basnews
