Civîna PDK û YNKê li ser heyama serokatiya Barzanî dest pê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî îro derdora saet 11:00 gihîşt bajarê Silêmaniyê û derbasî navenda giştî ya YNKê bû.
Şanda PDKê dê bi rayedarên YNKê re li ser Destûra Herêma Kurdistanê û heyama serokatiya Barzanî gotûbêj bike.
Civîna PDK û YNKê heta niha jî didome.
Şanda PDKê piştî YNKê dê bi rayedarên Tevgera Gorran re jî li ser heman mijarjan hevdîtin bike.
