• Wednesday, 18 February 2026
logo

Civîna PDK û YNKê li ser heyama serokatiya Barzanî dest pê kir

Civîna PDK û YNKê li ser heyama serokatiya Barzanî dest pê kir
Li bajarê Silêmaniyê, civîna şanda PDKê bi rayedarên YNKê re dest pê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî îro derdora saet 11:00 gihîşt bajarê Silêmaniyê û derbasî navenda giştî ya YNKê bû.

Şanda PDKê dê bi rayedarên YNKê re li ser Destûra Herêma Kurdistanê û heyama serokatiya Barzanî gotûbêj bike.

Civîna PDK û YNKê heta niha jî didome.

Şanda PDKê piştî YNKê dê bi rayedarên Tevgera Gorran re jî li ser heman mijarjan hevdîtin bike.
Top