Pêşmerge sê aliyên stratejîk li dora Mûsilê girtine
Amadekariyên operasyona standina bajarê Mûsilê ji DAIŞê didomin.
Bajarê Mûsilê duyemîn bajarê Iraqê ye û hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê, milîsên şîe (Heşda Şeibî) û milîsên sunnî (Heşda Wetenî) xwe ji operasyona Mûsilê re amade dikin.
Serokerkanê Pêşmerge Cemal Êminkî li ser standina Mûsilê got, sê aliyên bajarê Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hatine kontrolkirin ku ew her sê alî cih û çeperên stratejîk in ji bo girtina Mûsilê.
Fermandeyên Pêşmerge dibêjin, Pêşmerge dizane û dikare şer bike û cihên ku dikevin destê Pêşmerge jî êdî DAIŞ nikare bigire…
Bajarê Mûsilê zêdetirî salekê ye di destê DAIŞê de ye.
Rudaw
