• Wednesday, 18 February 2026
logo

Chomsky: Operasyona Tirkiyê ya li ser Suriyê dê zerar bide Rojava

Chomsky: Operasyona Tirkiyê ya li ser Suriyê dê zerar bide Rojava
Nivîskarê navdarê Amerîkî Noam Chomsky got ku heger Tirkiye bikeve nava axa Suriyê eve dibe sûc û diyar kir ku ev operasyon wê zerarê bide hêzên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin.

Nivîskarê navdarê Amerîkî Noam Chomsky got ku heger Tirkiye bikeve nava axa Suriyê eve dibe sûc û diyar kir ku ev operasyon wê zerarê bide hêzên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin.

Nivîskar û zimanzanê navdar Noam Chomsky ji rojnameyekê Tirkiyê re axivî û li derbarê herêma tampon û operasyona li ser axa Suriyê nêrînên xwe bilêv kir.

Chomsky amaje bi wê yekê kir ku bi awayek teknîkî gengaze Tirkiye bikeve nava axên Suriyê lê got: ”Heger Tirkiye bikeve nava axên Suriyê eve dibe sucek mezin. Heger wisa bibe ev operasyon wê zerarek mezin bide gelê Rojava ku li hember hêza hov ya DAIŞ’ê bergiriya jiyana xwe dikin.”

Chomsky da zanîn ku operasyon wê kar li tevahî hêzên din yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin jî bike û got: ”Heger ev operasyon pêk bê ez hêvîdikim ku tevahî cîhan şermezar bikin.”

Basnews
Top