• Wednesday, 18 February 2026
logo

YPG qebûl nake pêşmerge derbas bibin

YPG qebûl nake pêşmerge derbas bibin
Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl di hevpeyvîneke xwe de li ser derbasbûna pêşmergeyan ji bo rojavayê Kurdistanê got, ew qebûl nakin hêzeke din derbasî rojavayê Kurdistanê bibe, YPG heye, "bila werin di nava YPG de cih bigirin".

Ev çend rojên derbasbûna pêşmergeyên rojava di rojeva Kurdan de ye. Bi taybetî piştî Komkujiya Kobanî, hemû alî îsrar dikin ku pêşmerge ji bo parastina rojavayê Kurdistanê derbas bibin, ji ber ku hate dîtin ku YPG bi tenê nikare rojava biparêze.

ENKS jî bi fermî got ku Pêşmergên Rojava hêza wê ye, û ew li ser kar dike ku bi Tev Dem re li hev bike ji bo ku pêşmerge derbasî rojavayê Kurdistanê bibin.

Avestakurd
Top