DAIŞ vê carê komkujiyeke “dîrokî” kir!
Rêxistina DAIŞê li ser malper û rûpelên xwe yên înternetê hinek wêne û dîmen belav kiriye ku tê de tê dîtin komek kesên ku kincên leşkerî li ber wan de ye, tên komkujkirin.
Li gorî wan wêne û dîmenan, ew komujî li bajarê dîrokê yê Tedmurê û li cihê şanoyê li ber çavên xelkê tê kirin.
Tişta balkêş û sosret ew e ku çekdarên zarok ên DAIŞê vê komkujiyê dikin.
DAIŞê eşkere kiriye ku ew kesên hatine komkujkirin, di şerê bajarê Humsê yê Sûriyê de hatine girtin û hejmara wan jî 25 kes e.
Bajarê dîrokî yê Tedmurê ku bi navê Palmîra jî tê naskirin, roja 21ê meha Gulana îsal ketibû destê DAIŞê.
Rudaw
