• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Stembolê çalakiya piştgiriya Syriza

Li Stembolê çalakiya piştgiriya Syriza
Li bajarê Stembola Tirkiyê rêxistinên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, beriya rapirsiya li Yewnanîstanê piştgirî dane gelê Yewnan û gotin, ''Bergiriyê bike Syrîza, Stenbol li gel te ye''.

Li bajarê Stembola Tirkiyê rêxistinên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, beriya rapirsiya li Yewnanîstanê piştgirî dane gelê Yewnan û gotin, ”Bergiriyê bike Syrîza, Stenbol li gel te ye”.

Yewnanîstan îro bo rapirsiyê diçe ser dandoqan. Li Stembolê jî rêxistinên weke KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, ji bo piştgiriyê bidin gelê Yewnan, ji Beyoglû heta Konsolosxaneya Yewnanîstanê meşiyan. Çalakvanan gotin”Bergiriyê bike Syrîza, Stenbol li gel te ye”.

Di meşê de parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Sezaî Temellî, Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Ayşe Erdem û Cesîlm Soylû jî amde bûn.

Li ber Konsolosxaneya Yewnanîstanê, li ser navê çalakvanan Rawêjkarê Platforma KESK’ê Îzzet Îldeş axivî û got ku qeyrana li Yewnanîstanê ji aliyê sermayedaran ve hatiye afirandin. Îldeş got ewê rêz li encamên rapirsiyê bigrin.

Çalakî bi daxuyaniyan bidawî bû.

Basnews
Top