• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlamenterê HDPê,Dogan: Haya HDPê ji hevdîtina min û Erdogan nebû

Parlamenterê HDPê,Dogan: Haya HDPê ji hevdîtina min û Erdogan nebû
Derket holê ku parlamenterê HDPê Celal Dogan li ser navê partiya xwe bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin nekiriye.

Di medyaya Tirkiyê de hatibû belavkirin ku di nav du-sê rojên borî de parlamenterê Dîlokê yê HDPê Celal Dogan li Koşka Aksarayê bi Erdogan re hevdîtin pêk aniye.

Celal Dogan îro hevdîtina xwe û Erdogan piştrast kir û ragihand, wî li ser navê HDPê bi Erdogan re hevdîtin nekiriye û haya rayedarên partiyê jî jê nebûye.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, Dogan li ser naveroka hevdîtinê jî got, me li ser rojevê suhbet kir. Helbet em li ser çandiniyê neaxivîn. Me behsa siyasetê kir.

Celal Dogan berê endamê CHPê bû û 15 salan jî şaredariya bajarê Dîlokê kiribû. Ew di hilbijartinên îsal ên Tirkiyê de tevlî HDPê bû û bû parlamenterê Dîlokê.

Rudaw
Top