MÎT:4500 Kurdên Bakur tevlî YPG bûne
Rojnameya Zaman ya Turkî naveroka Raporta Dezgeha Salûxkariya Turkiye (MÎT) aşkere kir ku li gor wê raportê 4 Hezar û 500 Kurdên Turkiye (Bakurê Kurdistan`ê) tevlî rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûne û li Sûriyê şerê çekdarên DAIŞ`ê dikin.
Raportê aşkere kiriye ku, ew Kurdên Turkiye (Bakurê Kurdistan`ê) ku xwebexeş kirine ji sala bûrî ve çûne Rojavayê Kurdistanê û tevlî rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bûne.
Rojnameya Zaman diyar kiriye ku, ew kesên xwebexş ciwanên ku zarolên malbatên siyasî û karsaz û berpirsane ku her weha ew xwbexş endamên Tevgera Ciwanên Şoreşa Netewî ne ku şaxek ciwanan e ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK).
Raportê destnîşan kiriye ku, heya niha herî kêm 173 şervanên Kurdên Turkiye (Bakurê Kurdistan`ê) jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 690 kes jî birîndar bûne û ji sala 2014`an ve têne derman kirin.
Xendan
