• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokê parlamentoyê: Bila Iraq perçe bibe

Serokê parlamentoyê: Bila Iraq perçe bibe
Serokê Parlamentoya Iraqê yê sunî, Selîm Cibûrî ragihand ku, ew razîne ku Iraq bi rêkeftin di navbera hemû aliyan de perçe bibe.

Selîm Cibûrî şevê din di hevpeyvîneke rojnamevanî de ragihand: “Piraniya aliyên siyasî yên Iraqê li ser perçekirina welat bi rêkeftin, razî ne. Ew jî eger lihevkirineke niştimanî li Iraqê pêk neye.”

Derbarê perçekirina Iraqê bo çend herêman, Cibûrî wiha got: “Ti pirsgirêka me bi perçekirina Iraqê re tune ye, lê divê bi rêkeftin û bê rijîna xwînê be. Niha dengên ku daxwaza perçekirinê dikin bilind dibin û razîbûneke berfireh li Iraqê dibînin.”

Wî perpirsê sunî ragihand: “Milîsên (şîe) ku niha li Iraqê di nava hêzên ewlehiyê de şer dikin, bûne metirsiyeke mezin. Metirsiya qonaxa piştî DAIŞê dê ji qonaxa niha ne kêmtir be, ji ber ku ew milîs hemû biçek bûne û di nava hêzên ewlehiyê de ne.”

Cibûrî tekez kir ku, pêwîst e welatên deverê û cîranê Iraqê di pêvajoya aramiya Iraqê de beşdar bin. Herwiha da zanîn ku, çend welat hene ku rê li pêşiya avakirina herêman li Iraqê digirin.

Hefteya borî, eşîrên sunî yên Enbarê bang li Erebistana Siûdî, Urdin û Komkara Erebî kirin ku bi hewara wan ve biçin û parêzgehên suniyan ji hêzên şîeyan û hêza Heşdul Şeibî biparêzin.

Serokê eşîreke Enbarê bi navê Read Silêman ji Rûdawê re ragihandibû ku, Îran zêdetirî 4 hezar çekdar şandiye parêzgeha Enbarê da ku şerê suniyan bikin.

Read Silêman wiha gotibû ku, hêzên Heşdul Şeibî li bajarê Nexîb ya Enbarê xelkên sivîl digirin û wan dikujin. Lewma eşîrên sunî dê şerê wê hêzê û hêza Îranê bikin.

Rudaw
Top