• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nivîsgeha Heyder Ebadî; Hewlêr pêbendî rêkeftinê nabe

Nivîsgeha Heyder Ebadî; Hewlêr pêbendî rêkeftinê nabe
Jiber Îraq pişka Herêma Kurdistanê bi temamî ji budceya giştî nade, Herêma Kurdistanê jî neçare ku beşek ji petrola xwe rasterast bifroşe.

Nvisgeha serokwezîrê Îraqê ragihand: Herêma Kurdistanê pêbendî rêkeftina petrolê di navbera Bexda û Hewlêrê de nabe di dema ku Hikûmeta Îraqê rêkeftinê cîbicî dike.

Berdevkê nivisgeha serokwezîrê Îraqê Heder Ebadî “Seed Hedîsî” ji mîdya Îraqê re ragihand ku hinek pirsgirêk derbarê rêkeftina petrolê di navbera Hewlêr û Bexda de hene, lê ev nayê wateya ku ev pirsgirêk nayên çarekirin û got: “Hikûmeta fedral dixwaze hemî pirsan li gorî destûrê li gel Herêma Kurdistanê çare bike lê Herêm bi tenê nîvê qaseya petrola ku em li ser reêkeftine dişîne.” Û got jî: “Bexda pera li gorî petrola ku Herêma Kurdistanê dişîne rê dike bo Hewlêrê, Bexda pêbendî rêkeftinê ye lê Hewlêr pêbend nabe û heger Kurdistan petrolê zêde bişîne wê Bexda jî pereyên zêdetir bişîne.”

Pêncşema derbasbûyî wezareta samanên xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta dawî ya meha Hizêranê belavkir û têde ragihand ku di wê mehê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tenê 4 milyon û 493 hezar û 334 bermîl petrol bi rjeya 149 hezar û 778 bermîl petrol di rojêde radestî kompaniya SOMO kiriye, lê li gorî rêkeftinê divabû Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol radestî kompaniya SOMO kirba, lê belê Herêma Kurdistanê jî sedema wê yekê vegeran ku Bexda pişka Kurdistanê bi temamî ji budceyê nade, ew jî neçar bûne beşekê ji petrolê serbixwe bifroşin.

Di van her 5 mehên derbasbûyî de Herêma Kurdistanê her meh petrol bêhtir dişand lê Bexda bi tenê carekê 543 milyar dînar şandibû û mehên din kêmtir ji wilo rêkiribû ku ew jî dike kêmtir ji nîvê pişka Kurdistanê ji budceya giştî ya Îraqê ya 2015.

Basnews
Top