• Wednesday, 18 February 2026
logo

3 mercên YNKê bo PDKê

3 mercên YNKê bo PDKê
Danûstandinên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê û destûra Kurdistanê berdewam dikin. YNKê jî dibêje 3 mercên me ji PDKê hene.

Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî serokatiya şanda PDKê bo danûstandin ligel aliyên siyasî dike, ku duh li Hewlêrê ligel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiya.

Şanda pilebilind a PDKê dê serdana YNKê ji bike û ligel wî şirîkê xwe yê ku çendîn sal di nava rêkeftineke stratejîk de kar dikirin.

Endamê Polîtburoya YNKê, Sedî Pîre ji Rûdawê re ragihand: “Pirsgirêk ne mana Serokê Herêma Kurdistanê li ser kursiyê serokatiyê ye, lê belê pir ji wê kûrtir e. 3 mercên me ji PDKê hene, eger ew merc cihbicih bibin, dê pirsgirêkên din jî bi hêsanî werin çareserkirin.”

Sedî Pîre hersê mercên xwe ji PDKê eşkere kir û wisa got: “Çend pirs hene di navbera me û PDKê de, ku girêdayî şêweya rêveberiya siyasî li Herêma Kurdistanê û awayê rêveberiya aborî, herwiha rêveberiya ewlehî jî li Herêma Kurdistanê. YNK dixwaze di van 3 pirsan de, hem agahdarî hûrgiliyan be û hem jî şerîk be.”

Wî endamê Polîtburoya YNKê tekez kir ku eger ev 3 tişt bi cih bibin dê pirsên din bi hêsanî çareser bibin.

Rudaw
Top