HDP: Emê mîtîngên mezin ên aştiyê pêkbînin
Heyeta Îmraliyê di daxuyaniyekê de xwest, guwaşa ser Rêberê PKKê Abdulah Ocalan rabe û ji hikûmet û dewletê jî xwest, dest ji planên şer berdin.
Şanda Îmraliyê di daxuyaniyekê de xwest, guwaşa ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan rabe û ji hikûmet û dewletê jî xwest, dest ji planên şer berdin.
Şanda Îmraliyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji hikûmet û dewleta Tirkiyê kir ku hevîtinên ligel Rêberê PKKê carek din pêk bên û bang li hêzên aştî û demokrasîxaz kir ku bi berpirsyarî rabin. Şandê ji hikûmet û dewletê jî xwest, dest ji planên şer berdin.
Şanda Îmraliyê ya ku ji parlamenterên HDP’ê Siri Sureya Onder, Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle û Ceylan Bagriyanik pêk tê, daxuyaniyek nivîskî weşand û got pêvajoya çareseriyê xetimiye û ji bo ev rewş ji holê bê rakirin, weke şande wan hewlên mezin dan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewletê û şanda Îmralî lihev kirine ku piştî daxuyaniyên Newrozê Şandekê Şopandinê bê damezrandin û here İmraliyê û her weha liser daxwaza Ocalan muzakereyên fermî destpê bikin û di xalên hevpar de lihevkirineke pîvanî pêk bên. Herweha Ocalan jî bang li PKKê bike di şûna têkoşîna çekdarî ya li hemberî dewletê têkoşîna siyasî demokratîk bê meşandin û banga civandina kongreyê li PKK’ê bike.
Şanda Îmraliyê daxuyand ku helwestê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan rê li ber rewşeke mezin a xetimî vekir.
Şandê diyar kir ku dewleta Tirk gefên şer li Rojava û Sûriyê dike û ev helwest jî xerete li ser pêvajoya çareseriyê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi mîtîngên mezin ên aştiyê, dikarin pêşiya rewşa şer û kaosê bigirin û wiha hate gotin: ”Di vê mijarê de em bang li hêzên aştî û demokrasiyê dikin ku bi heman berpirsyariyê rabin û ji hikûmet û dewletê jî xwest, dest ji planên xwe yên şer berde.”
