Hikûmeta Iraqê ji Hikûmeta Kurdistanê daxwaza hevdîtinê dike
Parlamenterê Iraqê Newzad Resûl ji Rûdawê re got, alîkarê Serokwezîrê Iraqê Beha Eirecî di civîna digel çend parlamenterên kurd de gotibû, hikûmeta Iraqê dixwaze cardin deriyê diyalogê ji Herêma Kurdistanê re veke.
Newzad Resûl da zanîn ku Eirecî ji parlameterên kurd re gotibû, bila Hikûmeta Herêma Kurdistanê şandeke din bişîne Bexdayê ji bo çareserkirina nakokiyên navbera her du aliyan.
Lê heta niha hikûmeta Kurdistanê bersiva vê daxwaziya Bexdayê nedaye.
Nakokiyên Hewlêr û Bexdayê herî zêde li ser bûdce û firotina petrolê ye. Par zivistanê di navbera her du aliyan de rêkeftinek li ser hinartin û firotina petrolê hatibû îmzekirin lê li gorî rayedarên Herêma Kurdistanê, Bexda rêkeftinê binpê dike, Bexda jî heman tiştê dibêje û Hewlêrê bi binpêkirina rêkeftinê tohmetbar dike.
Herî dawî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotibû, eger Bexd mercên Kurdistanê qebûl neke Hewlêr dê bi serê xwe petrola xwe bifroşe.
Rudaw
