HESEKE- DAIŞ şikest û şervanên kurd pêşde diçin
Li gor agahiyên Rûdawê li bajarê Hesekê ,ji duh bi şev de topxaneya artêşa sûriyê cih û navendên çekdarên DAIşê li her du taxên Neşwe ya rojava û ya rojhilat bombebaran dike,ligel şer û pevçûnên giran di nava her du taxan de ,di navbera hêzên artêşê û çekdarên DAIŞê de berdewam dikin.
Li gor agahiyan Peyamnêrê Rûdawê li Hesekê, hêzên artêşa Sûriyê bi alîkariya milîsên Mexawîran karîbûn çekdarên DAIŞê ji Neşweya rojhilat derxînin ,ew çekdarên ku karîbûn alîgiran li Neşwe ya rojava û Hoş Elbahir ji xwe re bibînin û derbasî nava wan taxan bibin.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, çekdarên DAIŞê cihên xwe li gundên Dûl Ab El Hiwês û Micerceh xurt dikin, piştî şikestina wan li taxên başûrê Hesekê bidawî hat,ew her du gundên ku li ser çemê xabûr in û xelkên wan ereb in û dikarin herin taxên kurdan li rojavayê Hesekê.
Li gor agahiyên Rûdawê, balafirên şer ên artêşa Sûriyê, ji duh bi şev de, cih û warên çekdarên DAIŞê, li devera Panorama û Serbazê Windayî li taxa Xuwêran bombebaran dikin û di encam de bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Li aliyekî din û li gor agahiyan Rûdawê, şervanên kurd piştî ku karîn çekdarên DAIŞê têkbibin, taxên Ezîziye ya rojhilat (Ebû Emşe)û Sînaha- Mesakin- Merşo- (ELMetar)û hemû durêyan û çarrêyanên taxê û rêyên sereke li bakur û rojavayê bajêrê Hesekê xistin di bin kontrola xwe de.
Şervanên YPGê niha her du pirên rojava û rojhilatê çemê Xabûr kontrol kirine, ew herdû pirên ku çûnûhatinê ji başûr û bakûrê Hesekê kontrol dikin û wisa rê li ber çekdarên DAIŞê ji bo êrîşên ji nişkê ve yan xwevedizînê girtin.
Çekdarên DAIŞê duh karîbûn oprasyonekê li rojavayê Hesekê li dijî hêzên kurdî pêk bîninû dixwestin derbasî taxên kurdî li rojavayê bajêr bibin,lê şervanên YPGê êrişa wan li ser çemê Xabûr têkbir û ew şikandin.
Rudaw
