• Wednesday, 18 February 2026
logo

Bayik: Tirkiye wê yekê bike dê şer dest pê bike

Bayik: Tirkiye wê yekê bike dê şer dest pê bike
Hevserokê Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik ragihand ku, Tirkiye dixwaze derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û biçe Cerablus û li wir DAIŞ biparêze. Eger Tirkiyeyê wê yekê bike emê dest bi şer bikin.

Cemîl Bayik di deme ku tevlî bernameye televizyoneke nêzîkî PKKê bû, ragihand: “Pilana çêkirina herêmeke tampon li Rojavayê Kurdistanê tirsnak e. Tirkiye dixwaze biçe Cerablus û li wir bi hemû awayekî alîkariya DAIŞê bike. Dixwaze bi rêya herêma tampon DAIŞ biparêze.”

Bayik wiha domand: “Eger Artêşa Tirkiyeyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, dê kurd jî berevaniyê di ber xwe de bikin. Agir tê ne tenê di nava Sûriyê de be, lê belê bigihê Tirkiyeyê jî.”

Di vê dema dawî de Tirkiye hêza xwe li ser sînorê Sûriyê kom dike û dixwaze derbasî navçeya Cerablusê ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bibe û herêmek tampon ava bike.

Cerablus dikeve navbera herdu herêmên Kobanî û Efrînê de û niha di destê DAIŞê de ye.

Roja 25ê Hezîranê, 80 çekdarên DAIŞê bi dizî derbasî bajarê Kobanî bûne û di nava 2 rojan de zêdetirî 300 welatî şehîd kirin û 300 kesên din jî birîndar kirin. Bayik bi alîkariya wê êrişê tohmetbar dike û dibêje: “Tohmetbarê wê komkujiya Kobanî, Serokmarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ne.”

Rudaw
Top