Cebar Yawer: welatên erebî yên sunî bi awayekî rasterast çek ji me re ne şandiye
Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand: “Amerîka naxwaze bi awayekî rasterast çekan ji Hêzên Pêşmerge re bişîne, ku dixwaze tenê bi rêya Bexdayê çekan bide Kurdistanê.”
Yawer wiha got: “Hikûmeta Iraqê bi awayekî mezin rê li pêşiya şandina çekan bo Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bi awayekî rasterast digirt.”
Derbarê îdîayên şandina çekan bo Hêzên Pêşmerge bi awayekî rasterast ji aliyê welatên erebî yên sunî jî, Cebar Yawer wiha got: “Tişta ku behsa wê tê kirin, tenê gotinên dezgehên ragihandinan e û heta niha ti welatekî erebî bi fermî ew yek ji me re negotiye.”
Berpirsên welatên erebî yên sunî li Kendavê ji rojnameya The Telegraph a brîtanî re gotine ku ew dixwazin bi bê raya siyaseta îdareya Serokê Amerîka Barack Obama û Hikûmeta Iraqê, bi serê xwe rasterast çekên pêşketî ji Hêzên Pêşmerge re bişînin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, John Kirby dibêje, ev yek nepêwîst e, ji ber ku Bexda rêgirî li pêşiya çekan bo kurdan çênekiriye.
John Kirby ji Rûdawê re ragihand: "Hêzên kurdî li Iraqê, Pêşmerge, çek û alîkarî wergirtine, ne tenê ji Amerîka, lê belê ji hevpeymaniya navdewletî jî. Hikûmeta Iraqê li wan alîkariyan asê nemaye û nebûye rêgir li pêşiya gihîştina alîkariyan bo Pêşmerge."
Rudaw
