• Wednesday, 18 February 2026
logo

Yanis Varoufakis: Eger gel şertên YE bipejirîne, ezê karê xwe berdim

Yanis Varoufakis: Eger gel şertên YE bipejirîne, ezê karê xwe berdim

Wezîrê Darayî ya Yunanistanê Yanis Varoufakis dibêje, ewê dest ji karê xwe berde, eger gel di referanduma roja Yekşemê de şertên Yekîtîya Ewrupa qebûl bike.

Varoufakis di hevpeyvîna televîzyonî ya bi Bloomberg TV de Duh Pêncşemê got, eger Yunanistan pêşnîyara Yekîtîya Ewrupa ya şertên deynên nû bipejirîne, ewê roja din posta xwe bihêle.

Varoufakis got, ew çaverê dike ku gelê Yunan pêşnîyara ku bacan zêde û xercên dewletê jî kêm bike, qebul neke.
Serokwezîrê Yunanî Alexis Tsipras do ragihandibû ku ewê referandumê pêk bînin, lê wî heweskarîya xwe bo pejirandina şertên Yekîtîya Ewrupa nîşan dabû.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel jî dubare kir ku heta pêkanîna referanduma Yekşemê, ti danûstandin ligel Yunanistanê çênebin.

Voa
Top