• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlamantera kurd bersiva Erdogan da

Parlamantera kurd bersiva Erdogan da
Parlemantera Hevpemaniya Kurdistanî di Parlamentoya Iraqê de Bêrîwan Xeylanî ragihand ku, rêkeftinên navdewletî û herêmî rê didin serxwebûna kurdan, Serokmarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ne xwediyê vê biryarê ye.

Bêrîwan Xeylanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Daxuyaniya Erdogan derbarê dijayetiya dewleta kurdî nêrîna wî ya kesî ye û ne ya dewleta Tirkiyeyê ye.

Wê parlamantera kurd wiha got: “Miletê kurd xwedî xewna dewleta kurdî ye û rojek dê bê û ew xewin pêk were. Bi taybetî niha li Herêma Kurdistanê sedemên aborî alîkariya wê yekê dikin.”

Xeylanî wiha domand: “Rêkeftinên navdewletî û herêmî rê didin serxwebûna kurdan, Erdogan ne xwediyê vê biryarê ye.”

Serokmarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dilgiraniya xwe ji pêşdeçûna hêzên kurdî li Rojavayê Kurdistanê diyar kiribû û ragihandibû ku welatê tî carî rê nade avakirina dewleteke kurdî li bakurê Sûriyê.

Rudaw
Top