• Wednesday, 18 February 2026
logo

Di salekî de zêdetir ji 4 hezar welatî hatine kuştin

Di salekî de zêdetir ji 4 hezar welatî hatine kuştin

Li Îraqê di salekî de zêdetir ji 4 hezar welatî hatine kuştin.

Di vê derbarê de wezareta mafên mirovan ya Îraqê belav kir ku ji meha Hezîrana sala 2014an ve hate meha Hezîrana sala 2015an li 12 parêzgehên Îraqê de bi giştî 4 hezar û 722 kes hatin kuştin û 28 hezar û 575 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya wezareta mafên mirovan hijmara ew kesên ku li parêzgehên Neynewa, Selahedîn û Enbarê de hatine kuştin ne di nava vê amarê deye.
Top