Welatiyên Hesekê: Bila Pêşmerge bên bajarê me
Welatiyên Hesekê daxwaz ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-Dem) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dikin ku derbarê çûna Hêzên Pêşmerge li hev bikin û nakokiyên xwe çareser bikin.
Çekdarên DAIŞê êrişî bajarê Hesekê dikin û çend taxên erebat ketine destê wan de. Taxên kurdan niha di destê hêzên kurdî ne, lê çekdarên DAIŞê top û rokêtan davêjin ser wan.
Çavkaniyekî taybet li Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re eşkere kiribû ku YPG û hikûmeta Sûriyê rêkeftinek leşkerî îmze kirine.
Wî jêderî da zanîn, rêkeftin di navbera Wezîrê Parastinê yê Sûriyê Casim Fehed el-Firêc û rayedarên YPGê de hatiye îmzekirin.
Li gorî agahiyan, piştî wê rêkeftinê YPGê çend taxên Hesekê kontrol kirine.
Rudaw
