• Wednesday, 18 February 2026
logo

‘Hukûmeta Herêmê petrolê bi awayek serbixwe difiroşe’

‘Hukûmeta Herêmê petrolê bi awayek serbixwe difiroşe’
Ji ber ku hukûmeta navendî ya Iraqê pêwistiyên xalên rêketfinê pêk nayne û pişka bûteçe Herêma Kurdistanê ya bûtçeyê bi temamî naşîne, Hewlêr ji 13'ê meha borî ve petrola xwe bi awayek serbixwe difiroşe.



Ji ber ku hukûmeta navendî ya Iraqê pêwistiyên xalên rêketfinê pêk nayne û pişka bûteçe Herêma Kurdistanê ya bûtçeyê bi temamî naşîne, Hewlêr ji 13’ê meha borî ve petrola xwe bi awayek serbixwe difiroşe.



Hukûmeta Herêma Kurdistanê ji 13’ê meha Hezîranê ve petrola herêma Kurdistanê bi awayek serbixwe difiroşe. Parlamenterê Kurd Necîbe Necîb jî dibêje ku Hewlêrê di vê derbarê de bi awayek fermî agahî daye Bexdayê.



Parlemantera Partiya Demokrat a Kurdistanê yê Parlamentoya Iraqê (PDK) Necîbe Necib eşkere kir ku, Hikûmeta Iraqê bi aayek fermî hatiye agahdar kirin ku li hember xwarina para Kurdistanê ji budceya Iraqê, Hikûmeta Kurdistanê jî dê bi awayekî serbixwe petrola xwe bifroşe.



Necîbe Necîb got: “Cîgirê Serokwezîrê Iraqê behsa wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji 13ê meha borî de petrola xwe nedaye Bexdayê û ew agahdar kirine ku li hember xwarina para Kurdistanê ji budceya Iraqê, ew jî êdî petrola xwe nadin Bexdayê û ewê bi serê xwe petrolê bifroşin.”



Necîb da zanîn ku qeyrana bûtceyê ya derbarê petrolê de hê çareser nebûye û wiha got: “Bexda tenê beşek ji pereyên petrola Kurdistanê dişîne û yê bajarê Kerkûkê naşîne û hejmar nake.”



Basnews
Top