Sûdan pêwendiyên xwe yên ligel Kurdistanê berfereh dike
Serokwezîrê Kurdistanê û Konsulusê Sûdan civiyan.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Duh danê sibê pêşwazî li Kosulusê Sûdanê yê Iraqê Mihemed Umer û Konsulusê nû yê wî welatî yê Kurdistanê Yasîn Ewez kir.
Di vê hevdîtinê de Konsulusê Sûdanê yê Iraqê Mihemed Umer dilxweşiya xwe bi serdana Kurdistanê û ji pêveçûnên li Kurdistanê diyar kir.
Umer tekez kir ku welatê wî girîngiyeke mezin dide pêwendiyên ligel Kurdistanê û ew amadene pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de pêş bixin.
Herwiha Mihemed Umer da zanîn ku ew dilgiranin bi êrîş û gefên DIŞIê yên li ser Kurdistanê û sersaxî li malbatên şehîdên Pêşmerge re xwest. Umer got ku ew dê berdewam bin bo alîkariya wan aliyên ku şerê terorê dikin.
Herweha Balyozê Sûdanê yê Iraqê Mihemed Umer balkêşa ser wê yekê ku bi tevî bargiraniya ketiye ser milê Kurdistanê, lê dîsa jî xelk û hikûmeta Kurdistanê pêşwazî hejmarek zêde ji koçberan kirine ku ev cihê rêzê ye.
Konsulusê nû yê Sûdanê yê Kurdistanê Yasîn Ewez jî diyar kir ku ew dilxweşe bi destpêkirina karê xwe li yê Kurdistanê û ew dê hewlên cidî dide bo nêzîkbûna herdu gelên Kurdistan û Sûdanê. Ewez got ku ew dê berdewam be li ser pêwendiyên ligel berpirsên Hikûmeta Kurdistanê da ku baştir erkên xwe pêk bîne.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana şanda Sûdanê û hikûmeta wî welatî kir, ji ber ku bilez konsulê xwe li Hewlêrê diyar kir, ku ev nîşana girîngîdana Sûdan e bi a Kurdistanê û hêviya serkeftinê ji wî konsulî re xwest, da ku pêwendiyên herdu aliyan bihêztir bibin.
