• Wednesday, 18 February 2026
logo

Berdevkê Amerîka: Me negotiye çekan nedin kurdan

Berdevkê Amerîka: Me negotiye çekan nedin kurdan
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, John Kirby ragihand ku, haya wî ji wê yekê tune ye ku Amerîka bi ti awayekî ji welatên din re gotibe çekan rasterast nedin Hêzên Pêşmerge.

Bê agahiya Berdevkê Wezareta Derve derbarê vê mijarê nayê wê wateyê ku çênebûye. Berpirsên welatên sunî yên Kendavê ji rojnameya Telegraph re gotine ku ew dixwazin bi bê raya siyaseta îdareya Serokê Amerîka Barack Obama û Hikûmeta Iraqê, bi serê xwe rasterast çekên pêşketî ji Hêzên Pêşmerge re bişînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje ev yek nepêwîst e, ji ber ku Bexda rêgirî li pêşiya çekan bo kurdan çênekiriye.

John Kirby ji Rûdawê re ragihand: "Hêzên kurdî li Iraqê, Pêşmerge, çek û alîkarî wergirtine, ne tenê ji Amerîka, lê belê ji hevpeymaniya navdewletî jî. Hikûmeta Iraqê li wan alîkariyan asê nemaye û nebûye rêgir li pêşiya gihîştina alîkariyan bo Pêşmerge."

Di vî alî de, kurdên Başûr ji kurdên Rojavayê Kurdistanê bi bexttir in, ku Amerîka bi ti awayî amade nebûye ku çekan ji wan re bişîne. Şervanên Rojavayê Kurdistanê ne beşek in ji wê programa Amerîkayê bo perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê.

Sedema wê yekê jî ew e, ku hinek kes dibêjin, pêwendî bi wê cudahiyê heye ku di navbera setratejiya siyasî û setratejiya leşkerî de heye.

Psoprê leşkerî, Douglas Olîvant, ku wek damezrênerê Amerîkaya nû tê naskirin, derbarê wê yekê ev şirove da Rûdawê: "Ew tiştên ku ji aliyê leşkerî xwedî mane ne bo şer li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, baştirîn çareseriya leşkerî, jehrîtirîn çareseriya siyasî ye. Ev jî sedema wî yekê ye ku em ketine wê şikestina mezin û ti rêkeke zelal bo derbasbûnê nexuya ye."

Wî psporê amerîkî derbarê sedema sereke bo wê yekê jî dibêje, “Ez nabêjim Amerîka siyaseta Amerîka li hember kurdên Sûriyê cuda ye. Di rastî de, bi ti awayî hizrê li wan nake. Ez pir dilgiran dibim dema wisa dibêjim, lê bi nêrîna min kêm yan zêde rewş wisa ye. Ya herî girîng li cem Amerîka niha şikandina DAIŞê ye û çareserkirina rêjîma Esed û dirustkirina tiştekî ku tirkan dilxweş bike.”

Di wê rapora rojnameya brîtanî de navê wan welatên erebî yên ku ji siyaseta Obama li hember kurdan li Rojhilata Navîn dilgiran in, nehatiye, lê Erebistana Siûdî û welatên Kendavê bi giştî dilgiraniya xwe li hember siyaseta Obama li Rojhilata Navîn venaşêrin.

Rudaw
Top