Konfransa avedankirina Kobanî li parlemana Ewropayê
Ew kongre ji aliyê Komelên Kesk û Çep ên di nav parlemana Ewropayê de û herwiha çend çalakvanên serbixwe hat sazkirin.
Di vê kongreyê de dê goftûgo li ser projeyên avedankirina Kobanî, pêşkêşkirina alîkariyên bi xelkê sivîl û herwiha rewşa awareyên li navçeyê bihê kirin.
Bajarê Kobanî piştî êrişa grûpa terorîstiya DAIŞê bo ser vî bajêrî û şerê çend heyan di navbera terorîstan û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de rastî wêranî û kavilbûneke zêde hatiye.
