• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pêşmerge ketin navendek stratîcîk ya DAIŞê

Pêşmerge ketin navendek stratîcîk ya DAIŞê
Pêşmerge ketin gundê Kubeyba û êrîşî çekdarên DAIŞê di baregehên wan de kirin û agir bi beşekî gund ketiye.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîş kirin ser gundê Kubeyba li rojavarê Kerkûkê û ketin nava gund de û fermanderê Pêşmerge got: “Pêşrewî berdewame.”

Fermanderê Pêşmerge Hisên Yezdanpena jiBasNews re ragihand: “Em niha li bereyê şerin û em ketine nav gundê Kubeyba ku baregehê serekî yê çekdarên DAIŞê lê ne û pêşmerge karîbûn zêdetir pêşrewî bikin.” Û got jî: “Şerekî giran li pêşiya me ye û DAIŞ jî paşde vedgere.”

Herwiha ew jî eşkere kir: “Beşek jig und hatiye şewitandin.”

basnews
Top