• Wednesday, 18 February 2026
logo

Barzanî bersiva Parlamentoya Iraqê da

Barzanî bersiva Parlamentoya Iraqê da
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiva pirsiyarên Komîteya Parlamentoya Iraqê ya ku derbarê ketina bajarê Mûsilê de lêkolînan dike, da.

Cîgirê Serokê Komîteya Parlamentoya Iraqê ku derbarê ketina bajarê Mûsilê de lêkolînan dike, Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re got: “Piştî ku Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê red kir ku bersiva pirsiyarên Komîteya Lêkolîna Ketina Mûsilê bide, ji ber ku pirsiyarên komîteyê di asta kesî de hatibûn pirsîn, wê komîteyê careke din û bi nîvîseke din çend pirsiyar arasteyê Serokê Herêma Kurdistaê Mesûd Barzanî kir.


Şaxewan Ebdullah herwiha got: “Hemû ew pirsiyar ji aliyê Serok Barzanî ve hatine bersivandin û gelek mijarên hesas têde hatine behskirin ku pêwendî bi sedemên ketina bajarê Mûsilê ve hene.

Ebdullah tekez kir: “Di bersiva Serokê Herêma Kurdistanê de behsa wê yekê hatiye kirin, ku berî ketina Mûsilê bi destê çekdarên DAIŞê û berî hatina DAIŞê, Herêma Kurdistanê hişyarî daye Bexdayê. Hevdem behsa rûbirûbûna Hêza Pêşmerge di dema êrişên bo ser Mûsilê de jî hatiye kirin.

Cîgirê Serokê Komîteya Lêkolîna bajarê Mûsilê herwiha amaje bi wê yekê kir, ku di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de, dê raporta komîteya lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê were kirin.

rudaw
Top