"Tirkiye li şûna leşker siyasetmedaran bişîne Rojavayê Kurdistanê"
Demîrtaş di daxuyaniyekê de ji çapemeniya Tirkiyê re got, dijminê Tirkiyê û hemû gelên herêmê, rêkxistina DAIŞê ye nek PYDê ye. Demîrtaş herwiha got, bila Tirkiye şandeke siyasî bişîne Rojavayê Kurdistanê û ew amade ne şandeke wiha çêbikin yan jî têde cî bigrin.
Selahedîn Demîrtaş destnîşan kir: “Hemû arîşe bi diyalogê çareser dibin, yanî şanda ku biçe Rojavayê Kurdistanê dikare hemû guman û metirsiyên Tirkiyê bîne ziman û vexwendinekê ji rayedarên PYDê re jî bike ku bêne Enqerê û li vir diyalogê bikin.”
Hevserokê HDPê di berdewamiya daxuyaniya xwe de, nabe di demekê de ku hîna perlemana tirkiyê li hev neciviyaye, mirovek bi tena serê xwe biryara şerekî û êrîşa li hemberî welatekî din bide û vê perlemanê bi tu tiştî nehesibîne.
Weke tê zanîn roja 29ê Hezîranê Encûmena Ewlekariya Milî ya Tirkiyê (MGK) bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyabû û biryar dabû ku artêşa Tirkiyê ji bo her destêwerdaneke îhtîmalî li Rojavayê Kurdistanê amade be.
Rudaw
