• Wednesday, 18 February 2026
logo

Croatia nuneratiya xwe li Kurdistanê vedike

Croatia nuneratiya xwe li Kurdistanê vedike

Serokwezîrê Kurdistanê li gel Konsulusê Croatiayê civiya.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Croatiayê yê li Bexdayê Yurko Focues û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtinê de heyeta kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de û spasiya hikûmet, xelk û hêzên pêşmerge yên Kurdistanê kir ku karîne li hember terorîstên DIŞIê di eniyên şer de serkeftinên mezin bidest bixin.

Di berdewamiya civîna han de heyeta mêwan eşkere kir ku hikûmeta Croatia dixwaze nuneratiya xwe ya dîplomatîkî li Hewlêrê veke û girîngî bi tikiliyên xwe yên dîplomtîkî, abûrî û baziranî li gel Kurdistanê de bide.

Heyet herwiha dawetnameyeke fermî hikûmeta Croatiayê pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir daku di demeke nêz de serdana vê welatî bike.

Li hember dejî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya helwesta Croatiayê kir û tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan jî girîngî bi tikiliyên xwe yên li gel Croatiayê dide.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha her cure karasanî û hevkariya hikûmeta Kurdistanê jî ji bo vekirina nuneratiya Croatia diyar kir.

Barzanî herwiha bi kêfxweşî dawetnameya hikûmeta Croatia bo serdana vê welatî pesend kir û eşkere kir ku di derfeteke goncaw de serdana vê welatî dike.

Top