Amerîka: Herêma Tampon li Sûriyê ne pêwîst e
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, John Kirby di konferensekî rojnamevanî de li Washingtonê duh, 30ê Hezîranê, ragehand ku pirsgirêkên mezin derbarê avakirina nevçeyek tampon li Sûriyê de hene.
John Kirby da zanîn ku, ev demek dirêje ku Turkiyê hewldanênxwe jib o avakirina navçeyeke tampon li Sûriyê dike, tekez dike jî ku “planeke leşkerî” ya amade bo wê mebestê ji aliyê Enqereyê ve nehatiye dariştin.
Di dawiya axfitina xwe de berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got: "Em metrsiyên Tirkiyê derbarê sînorê xwe (yê ligel Sûriyê) berçav digrin"
Hêjayê gotinê ye ku di sala derbasbûyî de Parlamentoya Tirkiyê erêniya xwe li ser şandina hêzên leşkerî bo derveyî welêt nîşandabû.
