Îsmet Yilmaz bû Serokê Meclîsa Tirkiyê
BasNews – Di gera 3. û 4’an ya hilbijartinên Serokatiya Meclîsa Tirkiyê bi encam bû. Li gor vê yekê Serokê Meclîsa Tirkiyê ya nû bû Îsmet Yilmazê AKPê.
Di gera 3’yemîn ya hilbijartinan de namzetê AKP’ê Îsmet Yilmaz 259 deng, namzetê CHP’ê Denîz Baykal 129 deng, namzetê MHP’ê Ekmeleddîn Îhsanoglu 80 û namzetê HDP’ê Dengîr Mîr Mehmet Firat jî 78 deng girtin. Hate diyarkirin ku 2 parlamenterên HDP’ê beşdarê dengdanê nebûne.
Ji ber di tûra 3’yem de ti namzetek nekarî dengên pêwîst bigre herdu namzetên zêde deng wergirgirtine di gera 4’em de ketin hilbijartinê.
Di gera 4’em de namzetê AKP’ê Yilmaz 258, namzetê AKP’ê Baykal 182 deng wergirt. Bi giştî 547 endam beşdarê vê gerê bûn û 29 deng vala 78 deng jî pûç hatin bikaranîn.
Bi vî awayî serokê nû yê Meclîsa Tirkiuê bû Îsmet Yilmaz.
Basnews
