• Wednesday, 18 February 2026
logo

Çavuşoglu: Li her cihekî pêwîst be emê operasiyonan bikin

Çavuşoglu: Li her cihekî pêwîst be emê operasiyonan bikin
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu ragihand, li her cihekî ku metirsî li ser Tirkiyê hebe, ew dê destwerdanê bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu di bernameyeke televîzyonî de got: “Eger li navxwe jî gef û metirsî li ser tenahiya Tirkiyeyê bê hebe, em dê li navxweê welat jî destwerdanê bikin. Niha li gor pêwîstiyê serabz ber bi sînor hatin şandin. Wiha xuya dike ku me metirsî derbas kiribin. Her gefek li ser me hebe, em dê bersivek pêwîst bidin wê.”

Mevlud Çavuşoglu herwiha got: “Ewa ku heta niha me kiriye, amadesaziya ji bo parastina sînorên me ji wan gef û meirsiyan bûye ku rastî me tên. Niha me yasaya rêdana operasiyona derve jî heye ku sala borî parlamentoyê deng li ser dabû.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê herwiha got: “Her roj metirsiyên ser sînorîn me zêdetir dibin. Eger gef û metirsî bigihîjin ser sînorên me, em dê her rêyekî biceribînin û eger pêywîst jî bike, em dê destwerdanê jî bikin.”

Çavuşoglu tekez jî kir: “Di vê çarçoveyê de li her cihekî ku metirsî li ser me hebe, me dê helwêst hebe, wek çawan pêştir me li hember PKKê operasiyonên serbazî li Bakurê Iraqê û li Qendîlê pêk anîn, her bi wî awayî eger pêywîst bike, em dê li vir jî operasiyonan encam bidin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê herwiha da xuyakirin, ku Tirkiye hem li dijî DAIŞê û hem jî li dijî PYDê ye. Çavuçoglu ragihand, em bi ti awayî rê nadin PYDê û PKKê axa Sûriyê parçe bikin û pêkhateyeke etnîkî pêk bînin.

Çavuşoglu di vê bareyê de wiha got: “Em li dijî DAIŞê ne, lê siyaseta me ya niha li dijî PYDê ye jî, ku ew yek ji ber sedemên cuda ne. Em bi girîngî ve wê yekê dibêjin, ku ne li Iraqê û ne li Sûriyê, me ti arîşeyek bi ti birayên xwe yên kurd re nîne, lê armanca PYDê, YPGê, û herwiha PKKê ew e ku axa Sûriyê parçe bikin û di sînorekî diyarkirî de desthilata xwe pêk bînin. Ew dixwazin pêkhateyeke etnîkî ava bikin.”

Rudaw
Top