• Wednesday, 18 February 2026
logo

“Barzanî ferman da pêşmerge alîkariya Rojavayê Kurdistanê bike”

“Barzanî ferman da pêşmerge alîkariya Rojavayê Kurdistanê bike”
Serok Erkanê Pêşmegeyên Kurdistanê radighîne ku, Serok Barzanî ferman daye Pêşmergeyan daku alîkariya şervan û xelkên Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî terorê de bikin.


Serok Erkanê Hêza Pêşmerge, General Cemal Mihemed Êmênkî ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ragihand ku “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Pêşmergeyên Kurdistanê raspardine daku pişî bûyerên vê dawiyê yên Hesekê û Kobanê, bi hemû awayekî û li gor karînên xwe alîkariya şervanan û xelkên Kobanê û Hesekê û Rojavayê Kurdistanê bi giştî bikin.”

Derbarê rewşa Şingalê de jî diyar kir ku, tevgera DAIŞê li Şingalê berdewame û herdem teqe tê kirin û wiha berdewam kir: “Rewş di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye, Pêşmerge jî di amadebaşiyê de ne û karîna DAIŞ ya êrîşkirinê jî nemaye.”

Serokerkanê Pêşmergeyên Kurdistanê tekez kir jî ku, li Şingalê niha Pêşmerge bi gelekî ji çekdarên DAIŞê bihêztirin, çekên Pêşmergeyan jî li wê eniyê ji DAIŞê bihêztir û pêşkeftîtirin.

Top